Serokê Kolombiyayê: Ez piştgiriyê didim dewleta Kurdistanê

.

Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro, piştî civîna xwe ya bi diyasporaya Kolombiyayê re li bajarê Brûkselê, di bersiva pirsyareke Kurdistan24ê de bi zelalî piştgiriya xwe ji bo çêbûna dewleta Kurdistanê diyar kir.

Serokê Kolombiyayê ji bo cara yekê bi rêya Kurdistan24ê bi eşkereyî piştgiriya xwe ji bo bizava neteweya Kurd ji bo serxwebûnê ron kir û got, “Min hergav bawerî bi azadiyê ji bo Filistîniyan hebûye.”

Serokê Kolombiyayê tekez jî kir, “Doza Kurdan jî li Rojhilata Navîn divê bi awayekî demokratîk bê çareserkirin.” Herwesa got, “Ez hergav bi wê yekê re me ku ew jî hebin.”

Gustavo Petro ron jî kir, “Tiştê ku min ji Kurdan dît, xasma dema ku ew li Kobaniyê li dijî alên reş û rastgirên ku dixwestin li Rojhilata Navîn û xasma jî welatên Ereb, radîkal bimînin, şer dikir, pir girîng bû.”

Navbirî herwesa herwesa got, “Di ser wî şerî re yê ku Kurdan ji bo azadkirina Rojhilata Navîn kir, heta niha alîkariya wan nehatiye kirin ku wan jî welatê xwe hebe.”

K24

Siyaset Haberleri

Tuncay Sonel û du kesên din ji ber 4 tawanên din jî hatin girtin
Li Îranê 2 girtiyên siyasî li ber çavên xelkê hatin daleqandin
Li Hewlêrê 5 dron hatin xistin
Dîrok ji bo hilweşandina HSD û Rêveberiya Xweser a Rojava hat dayîn!
Îranê hunermendekî Kurd û dayîk û xwişka wî bi hev re kuştin