Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li wezîrê dewletê yê Macarîstanê kir

.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê Macaristanê (Hengarya) bo Alîkarîkirina Krîstiyanên Sitemlêkirî Tristan Azbej kir. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê Macaristanê (Hengarya) bo Alîkarîkirina Krîstiyanên Sitemlêkirî Tristan Azbej kir.

Di hevdîtinê de Wezîrê Dewletê yê Macaristanê pesnê Herêma Kurdistanê da, ku nimûneyeke pêkvejiyana aştiyane ya olî û netewî ye li herêmê, mêvandariya bi sed hezaran aware û penaberan kiriye û di nav wan de jî Krîstiyanan.

Wezîrê Dewletê yê Macaristanê Tristan Azbej spasiya hêzên Pêşmerge kir ku ji bo parastina Krîstiyanan û pêkhateyên din, di dema şerê DAIŞê de gelek qurbanî dan.

Tristan Azbej herwiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber serxistina serdana Papayê Vatîkanê û pêşwaziya germ ku li Herêma Kurdistanê lê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya Macaristanê kir di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî dijî DAIŞê de û kêfxweşiya xwe bi pêşvebirina pêwendiyên ligel Macaristanê anî ziman.

(K24)

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?