Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê û dê li gel Macron bicive

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê û biryar e îro piştî nîvro li gel Serokê Fransayê Emmaneul Macron û herwiha rayedarên Iraqê bicive.

Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya îro ya bo Bexdayê de, dê li gel hersê serokatiyên Iraqê, Serokomar Berhem Salih,  Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbusî jî bicive.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê piştî wê yekê tê, ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron biryar da serdana Iraqê bike û li gel berpirsên Iraqê bicive.

Li gor zanyariyên Rûdawê, civîna li gel Nêçîrvan Barzanî li ser daxwaza Macron bûye û îro piştî nîvro tê lidarxistin, çimku ji ber kêmiya demê Macron nikare serdana Hewlêrê bike û li Bexdayê jî dê tenê çend demjimêran bimîne.

Li gor agahiyan, mijara serweriya axa Iraqê, mijareke sereke ya gotûbêjên Macron û berpirsên Iraqî û Kurdistanî ye, ew yek jî di demekê de ye ku zêdetirî du mehan e Tirkiye di nav axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê de operasyonên serbazî pêk tîne. Tê texmînkirin ku pirsgirêkên navbera Amerîka û Îranê di nav sînorê Iraqê de mijareke din a gotûbêjên herdu aliyan be.

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa derbarê naveroka hevdîtina Macron û Nêçîrvan Barzanî de ji Rûdawê re ragihand, di civînê de mijarên girêdayî Iraqê û piştevaniya Fransa bo mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tên gotûbêjkirin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê