Serokê Herêma Kurdistanê: Dr. Firset Sofî mînakeke ciwan a welatparêziyê bû

.

Serokê Herêma Kurdistanê: Dr. Firset Sofî mînakeke ciwan a welatparêziyê bû
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêûresma xatirxwestina cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî de gotarek pêşkêş kir û diyar kir, Dr. Firset Sofî mînakeke ciwan a welatparêziyê bû.


Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêûresma cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî de got: ‘‘Diktor Firset kêm jiya, lê jîyana wî tijî kar û berhem bû. Bi çîroka serkeftina jîyana xwe, wêneyekî xweş ji me hemûyan re hişt.”


Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: "Do Serok Barzanî jê re nivîsand û got min kurekî xwe ji dest da. Kesayetî, konsolxane, xelkê Hewlêr û Kurdistanê jî ew weke stêreke li ezman binav kir.”


Herwiha Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya gotara xwe de destnîşan kir: ‘‘Dr. Firset çendî mebesta wî ji bajêr re bû, ewqas û zêdetir jî armanc dikir ku ji bo gund û deveran gelek tiştan bikin. Ew her tim bi wê xemê bû û ji min re jî digot, ji ber rewşa aborî û kêmbûna dahatê, em nikarin wek tê xwastin xizmetê bikin."


Herî dawî Nêçîrvan Barzanî diyar kir: "Dr. Firset carekê bi sivikî Korona girt û baş bû, lê cara duyem mixabin koça dawiyê kir."

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê