Serokê HAK-PARê Latîf Epozdemîr di bûyereke trafîkê de birîndar bû

.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr li bajarê Bîlecîkê ya Tirkiyê bi qelibîna otomobîlekê birîndar bû.

Hat diyarkirin ku Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan ji bo haziriya kongreya bajêr li Bîlecîkê bû.

Latîf Epozdemîr dema ku xwe amade dikir li otoparkê otomobîla xwe siwar bibe, otomobîleke tîcarî bi surat lê qelibiye û ew birîndar kiriye, rêveberên partiyê ku li gel wî bûne ew birine nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku milê Serokê Partiya Maf û Azadiyan şikestiye û li nexweşxaneyê dermankirina seretayî li wî hatiye kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan Latîf Epozdemîr îro danê sibehê hat birin bo Stenbolê.

Cîgirê Serokê Giştî, Berpirsê Peywendiyên Derve û Nûnerê Herêma Kurdistanê Zana Sezen ji Rûdawê re got, “Serokê Giştî yê partiya me Latîf Epozdemir ji ber şikestina mil li Stenbolê di ameliyatê de ye.

Zana Sezen herwiha ji Rûdawê re ragihand, di nav 10 salên dawî de rêveber û endamên wan, Nurettîn Basut, Yavuz Koçoglu, Fehmî Demir, Bozan Erdem, Hasan Sevim, Elîşêr Unlu, Enis Eren û Dr. Hêlîn Burkay di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest dane.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye