Serokê Giştî yê PAKê Özçelik: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî pîroz dikim

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi boneya pîrozkirina ji bo bijartina Nêçirvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belavkir.  

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi boneya pîrozkirina ji bo bijartina Nêçirvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belavkir.  

Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelikê wiha ye:

Parlamentoya Herêma Kurdistanê roja 28.05.2019an Rêzdar Nêçirvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê bijart. Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me, Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçirvan Barzanî pîroz dikim.

Hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê, nîşana lêxwedî derketina demokrasî û azadîyê ye, nîşana lêxwedî derketina îradeye gelê Kurdistanê û herweha nîşana lêxwedî derketina destkeftîyên federalî yên Herêma Kurdistanê ye.

Em hêvî û bawer dikin ku Rêzdar Nêçirvan Barzanî dê zûtirîn dem Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya fire alî wazîfedar bike û dê Hikûmeta Nû ya fire alî bê damezrandin. Em hêvî dikin ku Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçirvan Barzanî û Hikûmeta fire alî ya nû, pêkve ji bo çareserîya hemû pirsgirêkên gelê me yê Başûrê Kurdistanê dê gavên pêwîst û dîrokî bavêjin.

Em her destkeftineke li her perçeyekî Kurdistanê weke destkeftina her Kurd û Kurdistanîyekî li cîhanê dibînin. Lêxwedî derketin, parastin û piştgirîya van destkeftiyan jî her wazîfeyeke me ya esasî ya netewî û niştimanî ye.
Hemû astengî û xeterîyên ku li pêşîya gelê me ne, bi tifaq û hevgirtineke netewî û niştimanî dikare berteraf bibin. Bi taybetî jî hemû partîyên siyasî yên Başûre Kurdistanê divê bi hişmendî û hestyarîyêke li ser esasê parastin û pêşdebirina destkeftîyên gele me tevbigerin. Em di wê bawerîyê de ne ku partîyên me yên li Başûrê Kurdistanê bi wê tecrûbe, ked, xebat, bedel û fedekarîyên xwe yên qedir bilind, dê bi hev re, paşerojeke azad, serkeftî û xwedî îrade ji gelê me re bihûnin.

28.05.2019
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!