Serokê ENKSê: Meha bê danûstandin destpê dikin

.

 

Serokê ENKSê aşkere kir ku ew li benda vegera şanda Amerîkî ne û meha bê danûstandinên aliyên Kurdî destpê dikin.

Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mele di merasîma bi boneya roja Ala Kurdistanê de li Qamişlo ji Rûdawê re axivî û behsa rewşa danûstandinên aliyên Kurdî kir.

Serokê ENKSê dibêje, Ala Kurdistanê ne girêdayî tenê parçeyekî Kurdistanê ye, ew ala her çar parçeyên Kurdistanê û hemû Kurdan e.

Siûd Mele amaje bi wê jî kir, ji şoreşa Agirî, Komara Kurdistan a li Mihabadê û şoreşa Mela Mistefa Barzanî, ev ala weke emanet tê bilindkirin û hêviya xwe tîne ziman ku ev ala “li her çar perçên Kurdistanê bilind bibe.”

Derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî de, Siûd Mele ji Rûdawê re got, ji ber destbikarbûna serokê nû yê Amerîka û cejna sersalê şanda Amerîkî ku serpereştiya wan danûstandinan dike vegeriyaye welatê xwe.

Serokê ENKSê dibêje, ew şanda Amerîkî meha bê dê careke din vegere Rojavayê Kurdistanê û dê danûstandin destpê bikin.

Herwiha Siûd Mele got, “Em li benda şanda Amerîkayê ne ku vegerin. Meha bê danûstandin dê dest pê dikin tevî ku hin kesên xirab hewla xirabiyê dan, lê hewlên wan biserneketin.”

 

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin