Patirîyark Îgnatyus Eframê dûyem, serokê Dêra Siryanîya Ortodoks li cîhanê gehişte bajarê Hewlêrê, bo pişikdarîkirinê di rêresên sûndxwarina serokê hilbijartîyê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî de.
Di hevpeyvînekê de bo rojnamevanan, serokê Dêra Siryanîya Ortodoks ragehand: Herêma Kurdistanê şîyaye bibe hêlîneka aram bo wan penaberên bi egera şer û tundûtujîyan deverên xwe hêlane.
Ragehand jî: Divê ew kesên baladest in li wan deverên ew penaber jê hatîne, diltenahîyê bidin penaberan daku vegerin deverên xwe.
Îro Dûşembê di rêresmekê de, Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê sûnda Yasayî dixwe ji bo vê yekê jî hijmareka kesatî û nûnerên welatan dê di merasîma sûndxwarinê de amade bibin.