Serokê CHPê piştgirî da operasyona li nav axa Başûrê Kurdistanê

.

Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu ku partiya sereke ya opozsiyona Tirkiyê ye, piştevaniya xwe ji operasyona “Pence-Kilîl” a nav axa Başûrê Kurdistanê re ragihand. Kemal Kiliçdaroglu dibêje duayên me li gel artêşa me ne û hêviya serkeftin û selametiyê bo leşkerên Tirkiyê xwest.

Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê “Operasyona Pencik Kilîl”ê ku Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê  li Başûrê Kurdistanê li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê duh bişev ji beja û esman ve da destpêkirin de daxuyanî da.

Kemal Kiliçdaroglu li hejmara xwe ya Twitterê derbarê dawî operasyona artêşa Tirkiyê de peyamek belav kir û got, duayên me li gel artêşa me ne û hêviya serkeftin û selametiyê bo leşkerên Tirkiyê xwest.

Kiliçdaroglu dibêje: “Duayên me bi artêşa me ya qehreman re di operasyona Pence-Kilîl ya li bakurê Iraqê de ne. Xwedê di vê meha pîroz de leşkerên me biparêze.”

Tirkiyê îro li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên  PKKê operasyoneke nû da destpêkirin. Operasyon li navçeyên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan birêve diçe.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihandiye, şerekî giran di navbera gerîlayên wan û leşkerên Tirkiyê de derketiye û 28 leşker ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di operasyonê de heta niha herî kêm 19 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Siyaset Haberleri

Derhênera Kurd Ebrû Avciyê xelateke navneteweyî wergirt
Konferansa Naskirina Jenosîda Kurd: Serok Barzanî wê beşdar bibe
Îsraîlê daxuyaniyek li ser 'leşkerên Tirk li Xezzeyê' da
Zelenskyy: Em planeke agirbestê amade dikin
Serokê TBMMyê Kurtulmuş: “Zimanê dê weka şîrê dê helal e”