Serokê AK Partiyê yê Mûşê dest ji kar berda

.

Serokê Rêxistina AK Partiyê li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, Rahmetullah Yakti dest ji kar berda.

Rahmetullah Yakti li ser hesabê xwe yê twîterê ragihand, ku wî dest ji karê xwe di posta Serokê AK Partiyê yê parêzgeha Mûşê berdaye.

Rahmetullah Yakti sedema biryara xwe ya destjikarberdanê aşkere nekiriye, lê belê diyar kiriye, ku piştî şêwira li gel Navenda Giştî ya AK Partiyê, wî ev biryar daye.

Yakti herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku wî heta niha di nava refên AK Partiyê de erka xwe bi başî û bi awayekî hêja pêk aniye û destnîşan kiriye, “ez dê hertim di ximzeta lîderê xwe Recep Tayyip Erdogan û partiya xwe de bim.”

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?