Serokatîya Parlemana Kurdistanê cejna Çilê Zivistanê li Êzdîyan pîroz dike

Bi boneya cejna Çilê Zivistanê ya Êzdîyan, Desteya Serokatîya Parlemana Kurdistanê peyameke pîrozbahîyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê kir.

Navenda Nûçeyan- Di peyama Desteya Serokatîya Parlemana Kurdistanê hatîye: “Bi boneya hatina cejna Çilê Zivistanê ya Êzdîyan, ciwantirîn pîrozbahî arasteyî Mêrê Êzdîyan, Civata Ruhanî û xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin. Hêvîdar in ev cejn bibe sedama aştî û aramîyê û kûrbûna zêdetir a gîyana tevabî û pêkvejîyanê li Herêma Kurdistanê û bibe sedema azadkirina tevahîya dîlan û vegera jîyanê bo navçeyên we”.

Doh 02.02.2020an cejna Çilê Zivistanê ya Êzdîyan e û merasîmên Çilê li perestgeha Laleş û li nav gund û deverên Êzdîyan birêve diçin.

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?