Serok Mesûd Barzanî: Pêwîste hewldanên jenosoid nasandina enfalê berdewam bin

Serok Mesûd Barzanî derbarê 32.mîn salvegera enfalê de peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan - Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li sîh û dûyemîn salîya destpêkirina pêla Enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê me da, hezaran silav ji bo gîyanê pakê şehîdên Enfal û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşîyê li malbat û kesukarên serbilindê enfalê dikîn.
Her çende li salên derbasbûyî da hewleke zêde ji bo jenosoid nasandina pêla dirindeyîya enfalê li ser asta navdewletî û qerebûkirina kesukarên qurbanîyên enfalê û peydakirin û anîna termên enfal kirîyan hatîye dayîn, lê belê mixabin heta niha encameke wiha nebûye. Ji bo wê yekê dîsa jî tekez dikîn ku pêwîste hewlên bi jenosayd nasanda enfalê li ser asta cîhanê berdewam bibin û bigihin encamê û her wiha dewleta Iraqê jî berpirsîyare li qerebûkirina kesukarên serbilindê enfalkirîyan û pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalê bike û termê pîrozê hemû şehîdên enfalê jî vegerîne ser axa niştiman.

Hezaran silav li gîyanê pakê qurbanîyên enfalê û tevahîya şehîdên Kurdistanê

Mesûd Barzanî
14.04.2020

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin