PAK: Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg di meşa azadîya Kurdistanê de dijîn

PAK: Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg di meşa azadîya Kurdistanê de dijîn

PAK (Partîya Azadîya Kurdıstanê) bi peyamekê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg bibîranî: Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg di meşa azadîya Kurdistanê de dijîn

A+A-

Navenda Nûçeyan - PAK (Partîya Azadîya Kurdıstanê) bi peyamekê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg bibîranî: Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg di meşa azadîya Kurdistanê de dijîn

Peyama PAKê wiha ye:

“Di dîroka Kurdistanê de ji serhîildanên herî girîng yek jî ‘Serhildana Şêx Seîd’ e. Wekî tê zanîn amadekarîya vê serhildanê ji aliyê Teşkîlata Azadîyê ve hatibû destpê kirin.

Teşkîlata Azadîyê di sala 1921ê de hate damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû û Yusuf Zîya Beg jî yek ji rêberên Teşkîlata Azadîyê bû.

Lê mixabin berîya ku amadehîya serhildanê temam bibe, Dewleta Tirkîyeyê pê hesîya û du rêveberên Teşkîlata Azadîyê girtin.

Lê mixabin berîya ku amadehîya serhildanê temam bibe, Dewleta Tirkîyeyê, jibo rê li ber vê serîhildanê bigire, di cotmeha 1924an de ewilî Yusuf Ziya Beg ê ku yek ji rêvebirê Tevgera Azadîyê bû girt, paşê jî di 20ê çileya pêşîna 1924an de jî Xalid Begê Cibrî girt. Dewleta Tirkîyeyê herdu rêberên Kurdan şandin Hefsa Bedlîsê.

Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Zîya Beg, bi provakasyoneke Dewleta Tirkîyeyê , serîhildan ji dema ku hatibû plan kirin zûtir dest pê bû. Û rêberê netewî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatîya vê serîhildanê kir.

Li gorî biryara Dîwana Herbê ya Bedlîsê ku Dîwaneke Herbê ya ku bi desthilatîyên taybet yên Dewleta Tirkîyeyê ve hatibû wazîfedar kirin e , di roja 14yê Nîsana 1925an de, li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg kuştin. Xalid Begê Cibrî hate gulebaran kirin; Yusuf Ziya Beg jî hate darve kirin. Herdu rêberên gelê Kurdistanê, ji ber amadekarîyên Teşkîlata Azadîyê yên ji bo serîhildaneke netewî hatin qetil kirin.Di eynî rojê de bi qerarê Dîwana Herbê ya Bedlîsê rêberên miletê Kurd Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdırrehman Şirnexî jî hatin darve kirin.

Em wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) xwe berdewamîya rêbaza Teşkîlata Azadîyê, berdewamîya têkoşîna Xalid Beg û Yûsûf Zîya Beg dibînin û ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad têdikoşin.

Di 95yemîn salvegera şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdırrehman Şirnexî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.
14.04.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin