Serok Barzanî û Mîrê Qeterê: Divê rê li ber şerê Kurd û Ereban were girtin

.

Serok Barzanî û Mîrê Qeterê derbarê rewşa li Rojavayê Kurdistanê got, “Divê rê li ber şerê Kurd û Ereban were girtin.”

Baregayê Serok Mesûd Barzanî ragihand ku Serok Barzanî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî îro êvarê bi rêya telefonê axivîn.

Her du alî hevnerîn bûn ku divê şerê li Sûriyeyê  bi dawî bibe û rê li ber şerê neteweyî yê di navbera Kurd û Ereban de were girtin.

Di pêwendiyê de rewşa siyasî ya navçeyê û bi taybetî jî rûdanên bilez ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya navçeyê hat kirin.

Xala herî girîng a hevdîtinê, lihevkirina her du aliyan a li ser metirsiyên zêdebûna tundiyê bû.

Serok Barzanî û Mîrê Qeterê tekez kir ku divê ji bo rawestandina şer û pevçûnan hewlên zêdetir bên dayîn.

Di beşeke din a peywendiyê de, her du aliyan destnîşan kir ku divê bi hemû awayî rê li ber şerê neteweyî yê di navbera Ereb û Kurdan de were girtin, çimkî dê encamên wê yên xeter hebin.

Her du serkirdeyan di dawiyê de tekez kir ku yekane rêya derketina ji vê krîzê, diyalog û dîtina çareseriyeke aştiyane ye ku mafên hemû aliyan tê de parastî bin.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin