Serok Barzanî û Ehmed Şera rewşa navçeyê gotûbêj kirin

.

 Serok Barzanî û Ehmed Şera bi telefonê axivîn û nêrînên xwe li ser pêşhatên dawiyê û guhertinên li ser aramiya navçeyê gotûbêj kirin.

Baregeha Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî şeva borî peywendiyeke telefonî ji Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera wergirt.

Di vê peywendiya telefonî de, her du aliyan nêrînên xwe li ser rewşa navçeyê, pêşhatên dawiyê, guhertin û bandora wan a li ser aramiya herêmê û her wiha metirsiyên kûrbûna rageşiyan parve kirin.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser çareserkirina kêşe û qeyranên herêmê bi rêya diyalog û amûrên aştiyane kirin.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin