“Serok Barzanî Rêberê Kurdan e”

Şêwirmendê bere yê serokkomarê Iraqê û siyasetmedarê naskirî yê Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) Ebdûla Eyaweyî li dijî gotinên, Endamê Dibistana Siyasî ya YNKê Mehmûd Sengawî bertek nîşan da û got:“Serok Barzanî Rêberê Kurdan e. Divê em rêzê lê big


Şêwirmendê bere yê serokkomarê Iraqê û siyasetmedarê naskirî yê Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) Ebdûla Eyaweyî li dijî gotinên, Endamê Dibistana Siyasî ya YNKê Mehmûd Sengawî bertek nîşan da û got:
“Serok Barzanî Rêberê Kurdan e. Divê em rêzê lê bigirin û pê bawer bin.”

Endamê Dibistan a Siyasî yaYNKê Mehmûd Sengawiyê ku ji aliye hevalên xwe ve hatiye pîşguhxistin di vîdyoyekê de êrîşî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serok Mesûd Barzanî kiribû.

Li ser gotinên Sengawî, Dr. Ebdulla Elyaweyî ji BasNewsê re axivîye û ev bersiv daye:
“Îro ne ew roje em keviran bavêjin hevdu. Di heman demê de Barzanî rêberê mezin ê gelê Kurd e. Divê em baweriya xwe bi wî bînin. Ji her fraksiyonê be kî dibe bila bibe nabe em êrîşî ser Kak Mesûd Barzanî bikin. Çimkî îro li meydanê tenê  ew di destê me de maye. Piştî wefata Mam Celal, Şêx Mehmûd û Barzaniyê Nemir, her Kak Mesûd Barzanî maye. Divê em nakokiyan çareser bikin ne ku qiseyan jê re bejin.”


Dr. Ebdulla Elyaweyî herwiha got, “Weke dîroknûsekî bi min gelekî nexweşe gotinên ne li cî bo Kak Mesûd û Kak Heme Hecî û Kak Selahadîn bêne gotin. Bi taybet Barzanî Rêberê Kurdan e. Divê em rêzê lê bigirin û pê bawer bin.”

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!