Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake

.

 Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de li gel kanala France 24ê ya Frensî, ku di 8ê Îlonê de pêk hat, behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herweha pêkneanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku di rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêk hene û got, "Divê em li hember van pirsgirêkan rastgo bin. Eger niyeta çareseriyê ya rasteqîn hebe, em ê bikarin bi ser bikevin."

Wî herweha tekezî li ser girîngiya destûrê kir û got, "Destûreke me heye ku ji bo me û Bexdayê wek nexşerêyekê ye. Em dê ji mafên xwe yên destûrî zêdetir daxwaz nekin, lê em ê rê nedin ku destûr were binpêkirin."

Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku destûr bi temamî were cîbicîkirin û pirsgirêka serekî ya bi Bexdayê re weha anî zimên: "Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku ew federalîzmê nas nake."

Derbarê pêkneanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de jî Serok Barzanî nîgeraniya xwe diyar kir û got, "Mixabin, em ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha nehatiye avakirin, xemgîn in. Em hêvîdar in ku di vê meha Îlonê de yan jî di rojên pêş de, parlemanto bikare careke din bicive, xuleke nû veke û hikûmetê ava bike."

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne