Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derveya Amerîka kir  

.

Roja çarşem 09.12.2020 Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya şandeke Wezareta Derveya Amerîkayê kir ku ji David Schenker Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîkayê yê Karubarê Rojhilat û Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û Robert Waller Konsolê Amerîka li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî xistin ber behs û guftûgoyan û Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilat palpiştiya welatê xwe ya ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê dûpatkir û her wiha tekez jî li berdewambûna Amerîka ya li yarmetîdan û rahênana Pêşmerge ya li şerê terorê kir.

Şanda mîhvan piştgîriya Amerîkayê ya ji bo berdewambûna danustandinên di navbera Hewlêr û Bexda çareserkirina kêşeyan li çarçêweya destûrê de ragihand.

Peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û hemahengiya di navbera wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?