Serok Barzanî pêşwaziya konsolê nû yê Almanya li Hewlêrê kir

Îro roja yekşem 20.09.2020an li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya konsolê nû yê Almanya li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Klemens Semtner Konsolê Almanya ji bilî xwe nasandinê, spasî sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê kir ku li hemû astan da muamele û hemahengiyeke baş li gel Konsolxane û tîmê dîplomasiya welatê wan ya li Herêma Kurdistanê kiriye. Her wiha tekez jî li piştevaniya Almanya ya Herêma Kurdistan û Iraqê û pêşxistina peywendiyan kir.

Her li vê civînê de Serok Barzanî li erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Almanya xwest.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?