Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî, îro 29ê Îlonê pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî û dawî pêşhat û guhartinên Iraqê hatin guftûgokirin û ronahî hate xistin ser rewşa desthilata dadweriyê li Iraqê û pêwendî û hevahengiya di navbera damûdezgehên Herêma Kurdistanê û Iraqa federal.

Di civînê de, tekezî li rola desthilata dadweriyê di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha cibicîkirina destûrê hate kirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?