Serok Barzanî pêşwazî li konsolê giştî yê Holanda li Hewlêrê kir

.

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li konsolê giştî yê Holandayê li Hewlêrê kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja dûşem 14.12.2020 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Hans Akerboom Konsolê Giştî yê Holanda li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Holanda li Hewlêrê amadehiya welatê xwe ya ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê li geşpêdana kerta çandinê de nîşanda, her wiha tekez jî li ser berdewambûna hevkariyên welatê xwe ya ji bo hêzên Pêşmerge ya li rûbirûbuna Da'îş de kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Holanda kir ku li şerê Da'îş de yarmetiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daye, her wiha hewlên Hikûmeta Holanda yên ji bo yarmetîdana kerta çandina Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?