Serok Barzanî pêşwazî li konsolê Fransa li Hewlêrê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li konsolê giştî yê Fransa li Hrêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî îro li Pîrmam pêşwazî li konsolê giştî yê Fransa li Hewlêrê, Olivier Decottignies kir.

Di civînê de behsa rewşa Iraq û Rojhilata Navîn bi taybet tehdîdên ku li hember pêşketina Iraqê bûne asteng, hat kirin.

Di beşeka din ya civînê de konsolê Fransa têkestî li ser dostanî û pêwendiyên navbera Fransa û Kurdistanê kir û piştevaniya welatê xwe bo Kurdistanê jî dubare kir.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?