Serok Barzanî: 'PDK tehdeyî û zordariyê li kesî nake û tehdeyiya kesî jî qebûl nake'

.

Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê li Selahedîn pêşwazî li Kadroyê Navçeya Seyîd Sadiq a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemed Tewfîq kir ku rastî êrîşa kesên prokovatorên xwepêşandanan hatibû.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî li tenduristiya Mihemed Tewfîq pirsî û tekezî li wê yekê kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tehdayî û zordariyê li kesî nake û tehdayiya kesek jî qebûl nake.

Roja 7ê Kanûna 2020an, hinek kesan bi navê xwepêşandanê êrîş kirin ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li navçeya Seyîd Sadiq û di wê bûyerê de çend kesan êrîşî Mihemed Tewfîq kirin.

Êrîşa li kadroyê PDKê rastî bertekê hat û li medyaya civakî gelek kesan wêneyê Mihemed Tewfîq danîn ser profîla xwe û rexne li wan kesan kirin ku binavê xwepêşandanê êrîşî baregeha PDKê kirin û canê Mihemed Tewfîq êşandin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?