Serok Barzanî li ser rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê peyamek belav kir

Serok Barzanî li ser rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî îro 09.10.2020ê li ser rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê asayî kirina rewşa Şingalê de peyamek belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê hengaveke erênî û rêyeke raste. Destxweşiyê li her du Hikûmetên Federaliya Iraqê û Herêma Kurdistanê dikim ji bo wê rêkeftina ku dibê sedema asayîkirina jiyana welatiyên li wan navçeyan û kêmkirina êş û azarên xûşk û birayên Êzîdî û vegerandina wê xelkê ku ji ber rewşa çend salên derbasbûyî û êrîşên terorîstan tûşî êş û koçberiyê bibûn.

Hêvîdarim ev hengava girînga her du aliyan destpêkek jî bê ji bo çareserkirina hemû kêşe û giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê.

Mesûd Barzanî
09.10.2020

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?