Serok Barzanî: Hêvî dikim rêkeftina HSD û Şamê serkeftî be

.

Serok Mesûd Barzanî piştî rêkeftina HSD û hikûmeta Şamê,  her du alî pîroz kirin û got, "Em hêvîdar in ew rêkeftin berdewam û serkeftî be."

Serok Barzanî her wiha got, "Em her dem di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan rêya rast e."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hêvî kir, "Bila êdî li Sûriyeyê dawî li êş û zehmetiyên gelê Kurd were û hemû alî bi aştî, azadî û aramî li Sûriyeyê şad bibin."

“Peyama Serok Mesûd Barzanî ev e:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Em rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de pêşwazî dikin û pîrozbahiyê li her du aliyan dikin.

Em hêvîdar in ew rêkeftin berdewam û serkeftî be.Em her dem di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan rêya rast e.

Em hêvîdar in êdî li Sûriyeyê dawî li êş û zehmetiyên gelê Kurd were û hemû alî bi aştî, azadî û aramî li Sûriyeyê şad bibin.”

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin