Serok Barzanî di sêyem salvegera destana Sihêle de peyamek belav kir

Serok Barzanî di sêyem salvegera destana Sihêle de peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya sêyemîn salvegera Dastana Sihêla, pîrozbahiyê li Pêşmerge û gelê Kurdistanê dike.

Serok Barzanî îro di twîtekê de ragihand: "Di sêyemîn salvegera dastana 26ê Cotmehê de, pîrozbahiyê li hêzên Pêşmerge yên leheng û tevahiya gelê Kurdistanê yên welatparêz dikim.”

Îro 26ê Cotmehê, sê sal bi ser dastana Sihêla re derbas dibin ku di sala 2017an de artêşa Îraqê û Heşda Şeibî êrîşî ser navçeyên Kurdistanî kirin, lê belê li devera Eyn Ozêr û li devera Zummarê, Pêşmerge dastaneke dîrokî tomar kir.

Tevî ku artêşa Iraqê wê demê di êrîşa xwe de tank, wesayîtên zirxî û tankên Abrams ên pêşketî bi kar anîn jî, Pêşmerge bi çekên sivik rûbirûyî wan bû û nehiştin ew bipêş bikevin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?