Serok Barzanî bo koça dawî ya Şêx Mehmûd Barzanî peyamek belav kir

.

Ji ber vîrusa Koronayê, pismamê Serok Barzanî Şêx Mehmûd Şêx Ebdûllah Barzanî, jiyana xwe ji dest da.

Bo koça dawî ya Şêx Mehmûd Şêx Ebdûllah Barzanî, Serok Barzanî taziyeya wî bi daxuyaniyekê ragihand û destnîşan kir, ji ber nexweşiya vîrûsa Koronayê taziyê pêknaînin.

Peyama Serok Barzanî:

"Bi navê xwedayê mezin û dilovan.

Em ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê û hemû xizmên xwe re radigihînin ku; Roja înê 20 mijdara 2020 Şêx Mehmûd Şêx Ebdullah Barzanî pismamê me û kesayetiyê ji devera Barzanê
bi nexweşiya Koronayê koça dawî kir.

Em ji hemû nexweşan re şîfayê dixwazin û ji xwedayê mezin dixwazin ku hemû kesên wefat kirine ef û û aza bike. Ji ber nexweşiya Korona û ji bo parastina xelkê em taziyeyê pêknaînin."

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?