Serok Barzanî bi Tom Barrack re dicive

.

Serok Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê re dicive.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack li serê sibeha îro (Şemî, 17.01.2026) gihîştin Hewlêrê û biryar e ku bicivin û li ser aloziyên Sûriyeyê û peymana 10ê Adarê danûstandinan dikin.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Serok Barzanî jî her îro bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack re dicive.

Tê çaverêkirin ku di wê civînê de, peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên deverê bên nîqaşkirin.

Ev civîn di demekê de ye ku, Serok Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack duhî (În 16.01.2026) jî bi rêya telefonê axivîbûn.

Di vê peywendiya telefonî de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya deverê û Sûriyeyê bi giştî li hev guhertibûn û bal kişandibû ser girîngiya hevahengî û diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Her du aliyan di wê vê peywendiya telefonî de tekez jî kiribû ku, divê hemî bizav bên kirin da ku aloziyên di navbera hêzên Kurdî û Hikûmeta Sûriyeyê de bi dawî bibin û rewşa deverên wêranbûyî normal bibe.

Herwesa wan tekez jî kiribû ku divê pêngavên cidî ji bo bidestxistina ewlehî û tenahiyê û çespandina aştiyê li Sûriyeyê bên avêtin, da ku rê li ber zêdetir têkçûna rewşa mirovî û ewlehiyê li deverê bê girtin.

Piştî hilweşîna rejîma Esed di Berçileya 2024ê de, Serok Mesûd Barzanî gelek pêngavên girîng û stratejîk ji bo parastina maf û  destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê avêtine. Herwesa Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî gelek caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û bi serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê re civiyaye.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin