Serok Barzanî bi PDK-Sê re civiya

Roja Pênçşemê 20.06.2019 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî ligel Sekreter û Endamên Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) civiya.

Roja Pênçşemê 20.06.2019 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî ligel Sekreter û Endamên Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) civiya.


Di civînê de, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) bi kurtî behsa rewşa siyasî ya Sûriyê û rewşa welatiyên Kurd li wî welatî û guhertinên dawî kir û siyaset û beşek ji kar û çalakiyên siyasî yên partiya xwe ji bo Serok Barzanî şîrove kirin.


Herwiha spasiya Serok Barzanî jî kir, ku her ji dema destpêkirina qeyrana Sûriyê û hatina DAIŞê û kêşeyên din, Serok Barzanî herdem piştevanê gelê Kurd li Sûriyê bûye û ev jî cihê hêviyeke mezin ji bo gelê Kurd li Sûriye da zanîn.


Her di vê civînê de Serok Barzanî gotarek ji bo amadebûyan pêşkêş kir û ronahî xiste ser rewşa siyasî ya li ser asta navçê û navdewletî û ji bilî derbirîna gûmanên li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriyê, şîret û rênîşanderên pêwîst xiste rû.
Her wiha Serok Barzanî spasî li xweragiriya endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) û welatiyên Kurd li Sûriyê kir û daxwaz jî kir ku herdem bi hêvî û îradeyekî bihêz bimînin.


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?