Serok Barzanî bi Mîrê nû yê Kuweytê re axivî û ew pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî, îro 7ê Cotmehê bi rêya telefonê bi Mîrê nû yê Kuweytê re axivî.

Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi Mîrê nû yê Kuweytê Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah kir.

Di vê peywendiyê de Serok Barzanî bi helkefta destbikarbûna wî ya wekî Mîrê nû yê Kuweytê pîrozbahiyê li Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah kir û di erk û karên wî de hêviya serkeftinê xwest.

Her di vê peywendiya telefonî de Serok Barzanî tekezî li ser dostayetiya her du aliyan û berdewamiya peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Kuwêtê de kir.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?