Serok Barzanî bi Jeffrey re dîyaloga navbera Kurdên Rojava gotûbêj kir

Serok Barzanî bi Jeffrey re dîyaloga navbera Kurdên Rojava gotûbêj kir

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê û Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey û şanda pê re kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên siyasî li navçeyê hatin guftûgokirin û Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kurteyek derbarê stratejî û nerîna welatê wî derbarê diyaloga stratejî ya navbera Amerîka û Hewlêr û Bexdayê û herwiha pirsên niha û hevkêşeyên navçeyê bo Serok Barzanî pêşkêş kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, ronahî xiste ser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê û behsa hewlên ji bo diyalog û nêzîkbûna aliyên kurdî yên Sûriyê hatine dayîn kir.

Di civînê de, ji bilî balkişandina li ser mana gefên DAIŞê, tekezî li ser hevpeymanî û hevahengiya her du aliyan di şerê li dijî terorîstên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hat kirin.

Pirsa koçberan û vegera wan bo nevçeyên xwe, mijareke din a hevdîtinê bû.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?