Serok Barzanî bi helkefta sêyemîn salvegera wefata Mam Celal peyamek belav kir

Serok Barzanî bi helkefta sêyemîn salvegera wefata Mam Celal peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta sêyemîn salvegera koça dawî ya yekemîn serkomarê Iraqê Celal Talebanî peyamek belav kir.

2 Cotmehê, sêyemîn salvegera wefata yekemîn serkomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî (Mam Celal) e.

Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Biraziyêd min; kak Bafil û kak Qubad,

Di sêyemîn salvegera koça dawî ya birayê min yê birêz Mam Celal, ez spas û hurmeta xwe pêşkêşî rola wî ya bi bandor di xebata şoreşgerane di bizava rizgarîxwaza gelê me de û di dema serokatiya Iraqê de wek yekemîn serkomarê kurd dikim. Lê ez niha ji hemû deman zêdetir xisareta ji dest dana wî hest dikim.

Ez hêvîdar im hûn li ser rêça bavê xwe bin bo bicîhhatina xewna gelê me û di qahîmkirina yekrêziya niştimanî de xemsariyê nekin.

Apê we, Mesûd Barzanî”

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê