Serok Barzanî bi boneya cejna jidayibûna Hezretî Mesîh peyamek belav kir  

.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya serê sala nû ya zayînî û jidayikbûna Hezretî Mesîh peyamek belav kir û tekezî li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê kir.

Derok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi helkefta serê sala nû ya zayînî û cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh (silavên xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xûşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.”

Di beşeke din a peyamê de Serok Barzanî tekez kir: “Di vê helkeftê de tekez li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya wê yekê dixwazim xûşk û birayên me yên Krîstiyan hemû cejn û helkeft û xweşiyên xwe li aramî û tebayiyê da pîroz bikin.”

Herwiha Serok Barzanî di peyamê de got: “Hêvîdar im ev helkeft destpêkek bê ji bo hemû mirovayetiyê ku li sîtemkarî û pejik û nexweşiyan rizgar bibê û aştî û aramî û pêşketin li navçeya me û cîhanê da berqerar be.”

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?