Serlêdanên kûrsa zimanê Kurdî ya Şaredariya Stenbolê despê kir

.

Li Navenda Hînkariyê ya Heta Hetayê (ISMEK) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, serlêdanên ji bo kûrsa zimanê Kurdî destpê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê cara pêşiyê sala din, di 12ê Berfanbara 2019ê de diyar kir, wê 420 xebatkarên bi peyman erkdar bikin. Di daxuyaniya Şaredariyê de hatibû diyarkirin ku wê serlêdana du dersdaran a ji bo perwerdeya zimanê Kurdî jî qebûl bikin. Li gorî şertên ku Şaredariyê diyar kiribû, kesên dixwazin serî li kar bidin divê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandibin.

Piştî vê rewşê, kûrsên Kurdî li ISMEKan destpê kiribûn. 

Îsal jî ISMEKê aşkere kir ku ji bo asta yekem û asta duyem a kûrsa zimanê Kurdî kesên bixwazin dikarin serî lê bidin. Serlêdan wê bi rêya kursiyer.ismek.ist-ê pêk werin.

Kûrsên kurmancî yên asta yekem wê li Esenyurt, Esenyurt, Bagcilar, Şişli û Kadikoyê vebin. Kûrsa asta yekem wê 136 saetan bidome.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?