Serdema nû ya kursên kurdî ya Komeleya Lêkolînên Kurdî wê dest pê bike

.

Komeleya Lêkolînên Kurdî wê di 7ê Adarê de dest bi dersên kurdî bike. Di vê serdemê de di kursan de dersên kurmancî û kirmanckî wê bên dayîn.

Komeleya Lêkolînên Kurdî kursên kurdî yên serdema bihara 2022an, di 7ê Adarê de wê bi şêweyê online û rûbirû ji bo kurmancî û kurmanckî(zazakî) bide destpêkirin.

Perwerdeya bi şêwezarên kurmancî û kurmanckî wê 3 mehan dewam bike. Kontenjana her poleke rûbirû dê ji 15 kesan pêk were. 

Komeleyê weha gotiye:

"Em wek Komeleya Lêkolînên Kurdî atolyeyên xwe yên kurdî yên online û rû bi rû ji bo serdema biharê didin destpêkirin.
Dersên me di 7ê Adarê de dest pê dikin û heta 12 hefteyan (heta 3 mehan) dewam dikin.
Di vê serdemê de Asta Yekem (A1.1 û A1.2), Asta Duyem, Asta Sêyem hem rû bi rû hem jî online; Asta Çarem û Asta Yekem (Zazakî-A1) dê bi tenê rû bi rû li sazîyê bên dayîn. Ji ber vê yekê jî kesên ku mafê qeyda van astan wergirtibin, eger bixwazin qeyda xwe çêkin, divê baldar bin ku ders dê li Stenbolê rû bi rû bên dayîn. Beşdaran divê DERZÎYÊN KORONAyê li xwe dabin."

Ji bo forma serlêdanê bitikîne.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?