Semînera pirtûka DEMSAREM

.

Îro 27.05.2023 bi moderatorîya Evîn, Tetwan Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarkayê di derbarê danasîn û îmzakirina pirtûka helbestan ya bi navê DEMSAREM (Dîlok, Efrîn, Mereş, Semsûr, Amed, Riha, Meletî) ya ku ji alîyê mamoste Mem Dogala ve hatiye nivîsîn û axaftinekî li ser rola dayîk û bavan di fêrbûna zimanê zikmakî de ji alîyê Mem Dogala û mamoste Huseyîn Berzencî yên endamên Komela Mamosteyên Kurd li Swêdê, bi beşdarîya wêjehez û fêrkerên zimanê Kurdî li bajarê Brøndby ya Danîmarka pêkhat.

Semøner, piştê bixêrhatin. Srûda netewî û rêzgirtin bo pakîya canê şehîdên doza azadîya Kurdistanê, Evîn Tetwan herdû mêvanên xwe da nasîn û nivîserê pirtûkê (DEMSAREM) ku pirtûk bi hestekî kurdewarî û hestîyarîya hezkerîya welat û mirovî ya erdheja 6ê Sbata 2023 ya li Kurdistanê, mamoste Mem Dogala behsa çewanîya nivîsandina pirtûkê û di nivîsandinê de rola Evîn Tetwan kir û ji vî pirtûkî çend helbestên dil xem xwend.

Di beşa duhem ya semînerê de herdû semînervan bi beşdarîya beşdaran di derbarê perwedehîya zimanê zikmakî de rola dê û bavan û psîkolojîya pedagojîk ya handana fêrkirina zimanê li zarokan hat kirinê

Semîner bi îmzkirina pirtûkan û xatir xwestinê bidawî bû.

Rûpela Nû/Danîmarka

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê