Sedî Pîre: Me du namzet bo postê Serokê Parlamentoya Kurdistanê hene

.

Endamekî Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) amaje da, “Navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) baş e.” Herwesa got, “Çalakkirina parlementoyê û avakirina hikûmetê yek pakêt in.”

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre îro (Çarşem, 17ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê. Herwesa helwesta Herêma Kurdistanê li ser bûyerên ku li deverê çê bûne durist bû.” Eşkere jî kir ku, Navbera PDK û YNKê baş e.

Sedî Pîre herwesa got, “PDK û YNK bêyî hev nikarin hikûmetê ava bikin. Divê herdu partî bi hev re bixebitin, da ku hikûmetekê ava bikin.” Herwesa got, “Çalakkirina parlementoyê û avakirina hikûmetê yek pakêt in.”

Navbirî amaje jî da, “Ji bo postê Serokê Parlementoyê, Şalaw Kosret Resûl û Mîran Mihemed namzetên me ne. Me daxwaza hevpariyê di hikûmetê de kiriye. Divê di postên serokatiyê û serkirdetiyê de hevsengî hebe.”

Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê tekez jî kir, “Divê parlemento vê mehê bê çalak kirin, û em daxwaza hevsengiyê di parvekirina desthilatê de ji bo hemî postan dikin. Ez hêvî dikim ku kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Iraqê bê avakirin.”

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne