Sedî 15'ê alîkarîyê ji tabloyê Guneştekîn hat bi destxistin

Ji bo alîkarîya xebatkarên tenduristîyê tabloyên hunermendan hatin firotin. Tabloya herî buha ya Ahmet Guneştekîn bû. Ji pereyên hatine berhevkirin hemû sedî 15'ê vê ji vê tabloyê hatin pê.

Navenda Nûçeyan - Hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn jî di nav de hin hunermendan tabloyên xwe dîyarî kirin û ew bi mezatê hatin firotin. Mezat ji alîyê Artam Antîk AŞ ve hate lidarxistin. Guneştekîn tabloya xwe ya bi navê "Bargirê Zeûs" dîyarî kiribû û tablo bi 120 hezar TL'yî hat firotin, ku di nav hemû tabloyan de ev buhaya herî mezin bû. Wekîlê Serokê Dibistanên Bîlfenê Fatih Ozturk tablo kirî û xist nava koleksîyona Dibistanên Bîlfenê.

Nêzî 60 hunermend û koleksîyoneran tabloyên xwe dîyarî kiribûn. Ji tabloyên hatin firotin 750 hezar TL hat bi dest xistin. Ev bere dîyarî Weqfa Fakulteya Tibê ya Stenbolê kirin.

Piştî tabloyê Guneştekîn hinên din ên buha hatin firotin jî bi vî awayî bûn: Devrim Erbil "İstanbul” bi 70 hezar, Ekrem Yalçindag “Contrasts” bi 44 hezar, Canan Tolon "Dijital Baski" bi 42 hezar hat firotin. Her wiha tabloyê Ahmet Oran bi 41 û yê  Abdurrahman Oztoprak jî bi 20 hezar TL'yî hat firotin.

Dîyarname

Siyaset Haberleri

Li Eşrefiye û Şêx Meqsûdê ji ber ambargoyê dibistan hatin girtin
Nûnerê MSDê: Êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê bi fermana Enqereyê ne
22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer hatin pûçkirin
Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir
Keçeke Kurd a Efrînî li Danîmarkayê Ala Kurdistanê dixe pirtûkeke dibistanê