Sedema teqînên li Serêkaniyê eşkere bû: 2 komên çekdar pev ketin

Îro danê êvarê li bajarokê Til Helef a dikeve rojavayê bajarê Serêkaniyê motorsîklêtek û mayînek hatibûn teqandin ku herdu teqîn bûn sedema ziyanên madî.

Piştî teqînan çavkaniyên deverê ragihandin ku ew teqîn ji ber nakokî û pevketina çekdarên komên "El-Hemzat" û "Melek Şah" yên bi ser Tirkiyê ve pêk hatine.

Hat diyarkirin ku piştî teqînê alozî li herêmê derketiye, herdu aliyên çekdaran hêza xwe li herêmê zêde kirine û tirsa ku şer di navbera wan de rû bide di nav xelkê deverê de zêde bûye.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?