Saziyên hiqûqê yên Wanê: Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê

.

 Saziyên hiqûqê yên Wanê bi daxuyaniyekê xwest ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, astengiyên li pêşiya bikaranîna wê bên rakirin û perwerdeya bi zimanê dayîkê dest pê bike.

Li gorî MAyê Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Lêkolîn û Perwerdehiya Hiqûqê (DADSAZ) li pêş Dadgeha Wanê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên “Statûya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” û “Statûya Kurdkî, perwerdehiyê bi Kurdkî” hatin hilgirtin.

Endamê Komîsyona Ziman a Baroya Wanê Alî Şapkacî daxuyanî xwend.

Parêzer Alî Şapkacî diyar kir ku polîtîkayên bişaftinê bi salan e ziman û nasnameya Kurdî dikin hedef.

Şapkacî got ku ev polîtîka ne tenê ziman lê her wiha bandorê li bîra çandî, pergala perwerde û mekanîzmaya edaletê jî dike.

“ Ev polîtîka ji bo paşeroja demokrasiya Tirkiyeyê jî astengiyek e”

Parêzerê Kurd Alî Şapkacî got, “Astengkirina Kurdî ya li dibistan, zanîngeh, dadgeh û saziyên îdarî encama hişmendiyeke sîstematîk e ku hewl dide hebûna civakî ya ziman ji holê rake.

Sînordarkirina zimanekî ji qada giştî tê wateya jêbirina bîr û nasnameya civakê.

Ev polîtîkayên ku îro li gelek qadan didomin, ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo paşeroja demokrasiya Tirkiyeyê jî astengiyek e.”

Şapkacî her wiha diyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê fermî û her kes karibe bi awayekî azad zimanê xwe yê dayikê bi kar bîne.

Parêzer Alî Şapkaci axaftina xwe wisa domand:

“Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, hîmê bingehîn ê vê pêvajoyê ye. Mafê ziman ne tenê daxwazeke çandî ye, di heman demê de mafekî gerdûnî ye.

Gavên ku ji bo vê yekê bên avêtin divê ji dil û mayînde bin.

Em wekî hiqûqnas, ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û di qadên jiyana giştî de bibe xwedî statûyeke fermî, em dê têkoşîna xwe bidomînin.

Em bi bîr dixin ku azadiya ziman azadiya civakê ye.”

Siyaset Haberleri

Şoriş Qadir: Em hêvî dikin geştên Swêd û Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bikin
Hêzên Asayîşê: Hikûmeta Demkî li Helebê agirbest bin pê kir
Fuad Husên: Me bi Tirkiyeyê re li ser pirsgirêka avê û ewlehiya herêmê gotûbêjên girîng kirin
Serokê Kolombiyayê: Ez piştgiriyê didim dewleta Kurdistanê
Wezareta Derve ya Amerîkayê du komên çekdar ên Iraqî ceza dike