Hêmin Ebdullah
Karsaza Kurd Saze Salih li Li Hefteya Modayê ya Parîsê li şûna ku behsa xwe bike behsa êrişên hovane yên li Rojavayê Kurdistanê kir.
Çîroka jêkirina keziya şervaneke Kurd û nîşandana wê ya ji aliyê çekdarekî ve, bandoreke kûr li Kurdên diyasporayê kiriye.
Karsaz Kurd Saze Salih li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê ku xwediya markeya Saze Beautyê ye, li Almanyayê baş tê naskirin.
Saze Salih li Parîsê beşdarî Hefteya Modayê ya Parîsê bû û li wi êşa li Rojavayê Kurdistanê anî zimên.
Saze Salihê dema ku ji bo danasîna markeya wê hatibû veqetandin ji bo behskirina rewşa Rojavayê Kurdistanê û bûyera "kezîbirînê" bi kar anî.
"Min nexwest behsa markeya xwe bikim"
Saze Salihê ji Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re behsa wê çalakiyê kir û hestên xwe anîn zimên.
Saze Salihê diyar kir ku ew ji bo behsa berhem û markeyên xwe bike beşdarî Hefteya Modayê ya Parîsê bûye û li wir karsaz û xwediyên markeyên mezin ên Ewropî û cîhanî amade bûne.
Lê belê wê ev yek wekî derfetek dîtiye da ku behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê bike.
Saze Salihê eşkere kir ku her çi qasî ew berê hatibû agahdarkirin ku nabe behsa mijarên siyasî bike jî wê nekarî bê deng bimîne.
"Alaya Kurdistanê di berstûka min de bû"
Karsaza Kurd bi girî behsa wê kêliyê kir û got:
"Min xwe ji bo vê yekê amade kiribû û Alaya Kurdistanê di berstûka min de bû.
Ez ne amade bûm ku ji bilî behskirina rewşa Rojavayê Kurdistanê, behsa berhemên xwe bikim."
Saze Salihê di axaftina xwe ya li Parîsê de ji amadebûyan xwest ku piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin.
(Rûdaw)