Şaxa Batmanê ya PAKê çû ser gora Seyda Mele Îmadettîn Yetîz

.

Roja Pêncşemê 3ê Berfambarê, lijneyek ji Şaxa Batmanê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta koça dawî ya helbestvan, sîyasetmedar û welatperwerê kurd, Seydayê Gurdilî (Mele Îmadettîn Yetîz) çû ser gora rehmetî ya li gundê Kêrikê.

Lijneya ku ji Serokê Şaxa Batmanê Azîz Ozdemîr, endamê KBNya PAKê Evîndar Tekîn û endamêMeclîsa PAKê Ahmet Oztekîn û endamê PAKê Abdurrahman Înalî pêk hatî, piştî guldesteyek digel Alarengîn li ser gora Rehmetîyê Seydayê Gurdilî danîn, çûn tazîyeyê û sersaxî ji malbat û nas û dost û hezkirîyên rehmetî ra xwestin.

Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr di derheqê Yetîzî da got: “Ew kurdperwerê bêwestan bo welatê xwe, bo miletê xwe xebitî, ji kîsê me tevan bar kir û çû. Serê Kurdistanê sax be.”

03.12.2020

Saxa Batmanê Ya PAKê

 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)