Şaredariya Sûrê vedigere xizmeta ‘pirzimaniyê’

Qeyûm li Şaredariya Sûrê xizmeta “pirzimaniyê” bi dawî kiribû. Şaredariya Sûrê biryar girt ku xizmeta “pirzimaniyê” carek din bide.


Qeyûm li Şaredariya Sûrê xizmeta “pirzimaniyê” bi dawî kiribû. Şaredariya Sûrê biryar girt ku xizmeta “pirzimaniyê” carek din bide. 

Şaredariya Sûrê di çarçoveya Plana Stratejîk a di navbera salên 2020 û 2024’an de ku bi dirûşma “Bîra Sûrê, em bi dengê dîwanê (dermal) plansaziya siberojê dikin” pêk tîne civînên xwe yên li hewş an jî li dermalên Sûrê didomîne.


 Hemû yekîneyên şaredariyê û xebatkar li hev civiyan û Hevşaredar Fîlîz Buluttekîn jî beşdarî civînê bû.  Di civînê de hat gotin ku plansaziyên berê pêk neanîne û dê bi dînamîkên bajêr re ji bo plansazî bikeve meriyetê dê mekanîzmayên şopandin û nirxandinê saz bikin. 

Miduriyeta Çandê ya şaredariyê derbarê xebatên çand û hunerê de agahî da û ragihand ku wan biryara şaredariya wan carek din vegere xebatên “pirzimaniyê” girtiye.  Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin, dawî li xizmeta “pirzimaniyê” anî bû. 
 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?