Şanoya Bajêr a Amedê li benda alîkarîyê ye

Şanoya Bajêr a Amedê ku bi derfetên xwe li ser pîyan disekine niha dixwaze derbasî cihek mezintir bibe.

Navenda Nüçeyan- Şanoya Bajêr a Amedê ku bi derfetên xwe li ser pîyan disekine niha dixwaze derbasî cihek mezintir bibe. Ji bo vê yekê cihek nû dîtine lê ji bo vesazkirina vê derê pêdivî bi alîkarîyê heye. Ji bo vê yekê Şanoya Bajêr a Amedê ji ser "Fongogo" re kampanyaya alîkarîyê da dest pê kirin.

 

Cihê Şanoya Bajêr a Amedê ya niha ne ew qas mezin e. Di salonê de cihê 82 kesî ji bo rûniştinê heye. Ev 3 sal in li vê derê cih daye gelek lîstikên xwe û yên ji derve hatine. Lê niha dixwazin derbasî cihê nû ku mezintir e bibin. Cihê li dor 160 kesî dikarin têde rûnin li şano û fîlman temaşe bikin. Li pêş dikek 70 metreqorzî heye. Dema dîwarê salonê hê portatîf bê rakirin dikarin ji bo 200 kesî cihê konserê saz bibe. Her wiha ji bo pêşangehan cihê 75 metreqorzî, ji bo workshopê cihê 45 metreqorzî heye. Niha wan dest bi sazkirina vê derê kirine lê derfetên wan ên aborîyê têrê nakin. Ji bo vê yekê dest bi kampanyaya berhevkirina pereyan kirine. Kesên ku bixwazin dikarin ji ser vê lînkê re alîkarîya şanoyê bikin:

https://fongogo.com/Project/amed-sehir-tîyatrosu-yeni-sahne-projesi-5

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir