Şandeyeke AK Partiyê li Hewlêrê bi PDK û YNKyê re civiya

.

Şandeyeke AK Partiyê hat Herêma Kurdistanê û bi berpirsên payebilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re civiya.

Şandeyeke AK Partiyê îro bi serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Zafer Sirakaya hat Hewlêrê.

Zafer Sirakaya piştî serdanê, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê dîmenên civînan belav kirin.

Civîna li gel PDKê

Şandeya AK Partiyê, li gel şandeyeke PDKyê ku ji Endamên Polîtburoyê Sîdad Barzanî, Zagros Fetah, Hoşyar Zêbarî û Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed pêk dihat, civiya.

Sirakaya li ser hevdîtina bi PDKyê re got, “Me kêfxweşiya xwe ya ji bo gavên hevpar ên li dijî hemû rêxistinên terorê ku gefê li ewlehî û aramiya herêma me dixwin, anî ziman.

Her wiha me derbarê gavên ku dê pêwendiyên di navbera AK Partî û PDKyê de hîn zêdetir bi pêş bixin, nêrînên xwe parve kirin.”

Hevdîtina bi YNKyê re

Şandeya AK Partiyê her wiha li Hewlêrê bi Berpirsê Pêwendiyan û Endamê Polîtburoyê yê YNKyê Derbaz Kosret Resûl re civiya.

Sirakaya li ser vê hevdîtinê jî diyar kir ku wan derfetên hevkariyê yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên Tirkiye-Îraqê û bihêzkirina aramiya herêmê gotûbêj kirine û got:

“Me tekezî li ser biryardariya hevpar a di têkoşîna li dijî terorê de kir.”

Siyaset Haberleri

Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin
Welatiyên Qamişlo li dijî buhabûn û nebûna xizmetguzariyan daketin kolanan
Serokwezîrê Brîtanyayê dev ji karê xwe berda