Şandeya Amerîkayê li kû derê bi Mezlûm Ebdî re civiya û behsa çi hat kirin?

.

Şandeyeke payebilind a Amerîkayê, yekser piştî serdana xwe ya Şamê, li Urdinê bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û fermandarên HSDyê re civiya.

Rojeva sereke ya civîna ku wekî beşek ji dîplomasiya navbeynkariyê tê dîtin, bicihanîna "Peymana 10ê Adarê" ya di navbera HSD û birêvebiriya nû ya Şamê de bû.

Amerîkaya ku di avakirina hevkêşeya nû ya Sûriyeyê de roleke sereke dilîze, di navbera rêveberiyên Şam û Rojavayê Kurdistanê de dîplomasiya navbeynkariyê dimeşîne.

Şandeya payebilind a Amerîkayê doh li Şamê bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyabû.

Şande di heman rojê de li Emana paytexta Urdinê, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Genaral Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed re civiya.

Rojeva sereke: Peymana 10ê Adarê

Li gorî agahiyên ku ji hesabên fermî yên medyaya Rêveberiya Xweser hatine wergirtin, rojeva sereke ya civînê pêvajoya bicihanîna Peymana 10ê Adarê de bû ku di navbera Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatibû îmzekirin.

Ji şandeya Amerîkayê Senator Jeanne Shaheena ji Partiya Demokrat û Endama Payebilind a Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê, Endamê Meclisa Nûneran ê ji Partiya Komariyan Joe Wilson û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack beşdarî civînê bûn.

Ji Washingtonê peyama berdewamiya piştgiriya ji bo HSDyê

Hat zanîn ku di dema civînê de Senatora Amerîkayî Jeanne Shaheenê careke din piştgiriya Washingtonê ya ji bo HSDyê aniye ziman û bal kişandiye ser rola stratejîk a HSDyê ya di têkoşîna li dijî terorê de.

Şandeya Amerîkayê duh li Şamê bi nûnerên civaka Mesîhî re jî civiyabû.

Di daxuyaniya derbarê hevdîtina li Şamê de hatibû gotin, “Senator Shaheenê teqezî li ser girîngiya parastina mafên Sûriyeyiyên ji hemû paşxaneyên etnîkî û olî û beşdarbûna wan di saziyên rêveberiya Sûriyeyê de kir.”

Siyaset Haberleri

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan serdana Lahûr Şêx Cengî kir
Bafil Talebanî: YNK piştgîriyê dide parastina berjewendiyên Kurdên Rojava
Feysel Yûsif: Em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin
Almanya 97 leşkerên rastgir yên tund ji artêşê derxist
Efrîn: Bi sedan girtiyên Kurd bo girtîgehên Tirkiye û Sûriyê hatin şandin