Şandeke akademîsyen û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê serdana Şamê kirin

.

Li Şamê, şandeke akademîsyen û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi navbênkariya Rûsyayê, bi rayedarên Hikûmeta Sûriyê re civiyan.

Li gor zanyariyan, şandeke Kurdî ji akademîsyen û kesayetiyên serbixwe û nûnerên civaka sivîl (NGO) serdana Şamê kirin.

Herwiha zanyarî diyar dikin, reşnivîsa nêrînekê di navbera wan kesayetiyên Kurd û Rûsya de hatiye amadekirin û ew reşnivîs li gel Hikûmeta Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Zanyarî destnîşan dikin, Hikûmeta Şamê daxwaza hinek guhertinan di wê reşnivîsê de kiriye û Şam bi erênî nêzîkî reşnivîsê bûye, lê ti sozek an biryarek nedaye.

Armanca vê serdanê, bo mafê Kurdan ji aliyê Şamê ve bê qebûlkirin. Herwiha Rûsya weke garentor rola xwe dibîne.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?