Şandeka serbazî ya Amerîkî bi Mesrûr Barzanî re rûnişt

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeka serbazî ya Amerîka bi serokatiya general Grigori Crowder kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî pêşwazî li şandeka serbazî ya Amerîka bi serokatiya general Grigori Crowder kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeka serbazî ya Amerîka kir bi serokatiya general Grigori Crowder.

Di civînê de behsa rewşa ewlehiya deverên Iraqê hat kirin û hat gotin ku divê mekanîzma hevbeş ya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê zûtir aktîf bibe.

Şanda Amerîkî li ser mijara reforman li nav hêzên Pêşmerge de jî ragihand, ewê di vî warî de alîkar bin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî behsa şerê DAIŞê kir û ragihand, ji ber alozbûna hinek deverên Iraqê, tîmên veşartî yên DAIŞê dîsa dest bi livînê kirine, ji ber wê jî DAIŞ hîn li ser ewlehiya deverê tehdîd e.

Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman, ji bo ku teror nemîne divê sebebên wê yekê bên tinekirin. Ew jî bi rêka dabînkirina wekhevî û dadperwerî û hevqebûlkirinê çêdibe.

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in