Şandek ji fraksiyonên cuda pêk tê serdana Bexdayê dike

.

Şandek ji fraksiyonên cuda pêk tê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, serdana Bexdayê dike.


Îro Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ji rojnamevanan re diyar kir, Parlamentoya Kurdistanê giring dibîne ku derveyî şandeyên Hikûmetê jî şandeyên Parlamentoyê jî serdana Bexdayê bikin.


Hêmin Hewramî da zanîn, biryar dane hefteya pêş şandeyek bi beşdariya piraniya fraksiyonên cuda yên Parlamentoya Kurdistanê ve serdana Bexdayê bike û ligel berpirsên Parlamentoyê û Hikûmeta Iraqê bicivin.


Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê da zanîn, şande bi armanca nîşandana piştevaniya Parlamentoya Kurdistanê bo şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê budçeya Herêma Kurdistanê ve serdana Bexdayê dike.


Hêmin Hewramî destnîşan kir, şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê taybetmend dibe derbarê guftûgoyên ligel Hikûmeta Iraqê û Şandeya Parlamentoyê jî tenê bo nîşandana piştevaniya şandeya Hikûmetê serdana Bexdayê dike.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?