Şanda PAKê li gel PDKê civiya

Şandeke PAKê li Hewlêrê serdana Buroya Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya PDKê kir.

Şandeke PAKê li Hewlêrê serdana Boruya Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya PDKê kir.

Şandeke Partiya Azadiya Kurdistanê ku bi serdanekê li Başûrê Kurdistanê ye, li Hewlêrê bi Boruya Peywendiyan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re hevdîtin pêk anî.

 

Şanda wê partiyê ya bi serpireştiya Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun, û endamîtiya endamên Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Abdurahman Gundikî û Orhan Kaya pêk hatibû, roja Duşemî 29ê Tîrmeha 2019an li Hewlêrê serdana Bourya Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya PDKê kir û ji aliyê Berpirsê Boruyê Elî Husên ve hate pêşwazîkirin.

 

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya PAKê, di hevdîtinê de ku endamên Boruya Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya PDKê Nizar Botanî, Karzan Nûrî, Silêman Hisên û Rojbeyanî jî amade bûn, herdu aliyan “li ser rewşa û aramiya li Başûrê Kurdistanê, rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û herwiha doza li dijî PAKê ya ji ber navê Kurdistanê, gotûbêj kirin.”

 

Li ser navê heyeta PAKê, Kasim Ergun ji ber vê pêşewazîya germ spasiya heyeta PDKê kir û “li ser rewşa PAKê, doza daxistina PAKê û parastina bi Kurdî ya ku PAKê li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê kiribû, agahî da rayedarên PDKê.”

 

Kasim Ergun herwiha pîrozbahî li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ji PDKê re û hemû partiyên beşdar di hikûmetê de serkeftin xwest.

 

Şanda PAKê herwiha di vê hevdîtinê de, li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê agahdarî da şanda PDKê û bîr û rayên PAKê anî ziman.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê